|
|
|
Li Akrê li heyva heft / 75 / demjimêra kehreba giştî hebû
07-08-08
Akrê – Roza : serperiştê lijna muwelîda li qeza Akrê / Ferhad Ebdulxaliq / bo radyoya Duhok got : li heva heft ya bûrî bi tenê li / 75 / demjimêra kehreba giştî li Akrê hebû ku her rojê bi tenê dû demjimê û nîva kehreba giştî hebû . û diyarkir ku bihayê empêrîli ser esasê kehreba giştî dihête diyar kirin ku çend kehreba giştî ya baş bît bihayê empêrî dê kêmtir bît .
|
|
Li Duhokê hefteya şîredana suruştî hate saxkirin
07-08-08
Duhok – Kawa Alîxan : pişka xweparastinê li serokatîya saxlemya Duhokê heftrya şîredana suruştî saxkirve û li dor vî babetî berpirsa bernamê geşpêdana zarok û xorakîyê D: Viyan Sebrî bo radyoya Duhok got : armanc ji vê helkeftê pişgîrî kirna civakê nîv dewletîye bo şîredana suruştî û diyarkir ku li seranserî cîhanê nêzîkî / 120 / welat vê hefteyê saxdiken .
|
|
Li Sersingê dest bi çêkirna cihên geşt û gozarî hatîye kirin
07-08-08 Sersing –Îmad Yûnis : rêveberê nahya Sersingê berêz Eyser Circîs bo radyoya Duhok ragehand ku demeke mijîlî valekirna avahîyên geşt û gozarîyê li Sersingê û piştî xanî hatîne valakirin nûke dayîne hendek webherhênera û dest bi karê xwe kirye û ew xêzanên di wan avahîya ve her êkî parçeka erdî dayê û harîkarî bo hatîye kirin da ku xanîyê xwe avabikin ku / 510 / xêzanbûn .
|
|
Ebdela Salih : layenê beramber çi di
destada nemaye pêşinyar bikin
06-08-08
Radyoya Duhok: endamê civata
nînerên Îraqê ji lîsta hevpeymana
Kurdistanê berêz Ebdela Salih bo
radyoya Duhok ragehand ku şaverêyî
bersiva layanên dî dikin li dor
pêşinyara netewên êkgirtî li dor
helbijartinên civatên parêzgeha û
got eve çend roje kombûn di
berdewamin û yên dî her rojê tiştekî
dibêjin û hêvî xwest ku evro bişên
bighene encamekî û yasaya civatên
parêzgeha ji perlemanî derbaz bibît
.
|
|
Wezareta werziş û lawan / 10 / paysikl didete lawên Kanî Masê
06-08-08
Kanî Masê – Ehmed Edinî : wezareta werziş û lawan ya ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê ve / 10 / paysikl dabîn kirinbo lawên Kanî Masê û ev paysikle li bigehê kompyûter û enternêtê li Kanî Masê dê mifa jê hête wergirtin bo vekirna xolên fêrkirna paysikla ku lawên Kanî Masê ji herdû regeza dê mifay ji van paysikla bibînin
|
|
Li devera Şêxan di rûdaneka hatin û çûnêda kesekî giyana xwe ji dest da
06-08-08
Şêxan –Emîn Xelat : li ser rêka giştî ya Duhok – Hewlêr û li doryana Baedrê – Şêxan dû tirumbêla lêkda û di encamda kesekî giyanê xwer ji destda jêderên polîsa li wê deverê ragehand ku egerê vê rûdanê ne pêgirîya şûfêra bû bi rênimayên hatin û çûnê .
|
|
Pirojên avê ev sale li amêdyê
06-08-08 Dilşad bercî : Rêveberê fermangeha avê li Amêdîyê / Mihdî Salih bo radyoya Dohok ragehand ku ew avahiyên mîrî ewên deveyî kela Amêdîyê hatîne avakirin li devereka wesa hatîne çêkirin ku çi torên avê li wê deverê nînin û navbirî got di bernameyêdaye di ev saleda pirojê avê bo wan rêveberya bête çêkirin ku hindek ji wan eve dû sale ku bê avin.
|
|
Pişka şanoyê li kulîja adabê li
zankoya Duhokê hate vekirin
05-08-08
Duhok - Kawa Alîxan : zankoya
Duhokê biryar da ku pişka şanoyê li
kulîja
adabê bête vekirin li dor vê
çendê D- Ibrahîm Ehmed Simo serokê
pişka şanoyê bo radyoya Duhok
ragehand ku bo ev sale dê pişka
şanoyê / 30 / qûtabîya / wergirêt ji
pişkên zanistî û wêjeyî û peymangeha
hunerên ciwan û diyarkir ku her
qûtabîyekê divêt pêşkêş biket divêt
formekî ji pişkê werbigrît bo
pêşkêşkirnê .
|
|
Li devera Berdereş pirojên xizmet gozarî berdewam dihêne çêkirin
05-08-08
Berdereş – Senger : gundê pîr dawid ku dikevîte rojhilatê qeza Berdereş û ji rûyê kargêrîve ser bi bajarkê Rovya ye û piştî daxwazji cihên peywendîdar kirî bo durustkirna rêkekî ji ser cada giştî bo nav gundî ku nêzîkî çar kîlo mitrane layanên peywendîdar li dîf daxwazya wan çûn û nûke durust kirna wê rêkê bi kujmê / 160 / milyon dînara di jêr çêkirnê daye .
|
|
Li Duhokê komsyona serbixwe ya helbijartina rûniştineka berfireh sazkir
05-08-08
Duhok – Ferset Hacî : li jêr çavdêrîya serokê kargêrîya helbijartina dadwer / Qasim El Ebûdî / komsyona bilinda serbixwo ya helbijartina ofîsa parêzgeha Duhokê û li jêr durişma / pêxemet avakirna Îraqeka dîmoqrasî azad / evro sipêdê rûniştineka berfireh bi amadebûna Serbest Lizgîn berpirsê liqê êk yê P D K û hakim Mihemed Emîn Şerefanî serokê dadgeha istinafa Duhokê û ehzab û layanên siyasî li hola ûtêla Dilşad Peles sazkir .
|
|
Benka xwînê çend gurop yêt heyin xwînê bo xirve dikin
05-08-08
Duhok – Îmad Yûnis : rêveberê benka xwînê li parêzgeha Duhokê D- Mecîd Xemo Ehmed bo radyoya Duhok ragehand ku ew / 24 / demjimêra di karîdane da ku her kesê pêdivî bi xwînê bît bidnê çi ruwîdanên hatin û çûnêbin yan nexweşîyên dûmdirêj weke êşa telasîmya û diyarkir ku wan hindek gurûp yêt heyn ji dervey benka xwînê li dam û desgeha û her kesê divêt xwînê bidet jêt kêşin û tînin benka xwînê.
|
|
Li devera Bamirnê dû sikrên avê bi
kûjmê / 363 / milyon dînara dê hênê
çêkirin
04-08-08
Bamirnê – Xoşev : ji bo ber
sîng girtna hişke salîyê û kêmkirna
ziyanên
wê rêveberya avedanê li
Duhok dê rabît bi dirustkirna dû
sikrên avê li gundên / tinê – şêx
mema / li devera Bamirnê ku armanc
jê bo çandinêne û 85 donemên erdî dê
li ber hêne avdan û kûjmê / 363 /
milyon dînar bo hatîne terxan kirin.
|
|
Li Duhokê êkemîn konfransê perwerda werzişî destpêkir
04-08-08
Duhok – Hogir Tahir :evro êkemîn konfransê perwerda werzişî li dor pêşvebirna werzişa qûtabxana li jêr diruşmî / rolê werzişê ji hîç layanekê siyasî kêmtir nîne bo pênasîna miletê Kurd li Cîhanê / li parêzgeha Duhokê destpêkir ku dê bo mawê du roja vekêşît . û merem jê pêşvebirna werzişa qûtabxanayeli ser astê rêveberya giştî bi baştirîn reng û çareser kirna hemî wan arîşe û astengên dikeve di rêka pêşvebirna werzişa qûtabxana û nûkirna rêkên nû bo gotina perwerda werzişî.
|
|
Di rûdaneka hatin û çûnêda li ser rêka / Berdereş – Akrê / 7 kes birîndarbûn
04-08-08
Berdereş – Senger Ebdulselam : jêderekî ji bingehê polîsên hatin û çûnê li Berdereş bo radyoya Duhok ragehand ku li ser rêka giştî / Berdereş – Akrê / du tirumbêlên ji cûrê şûfirlêt opra û sûper lêkda û di encam da / 7 / kes di nav herdû tirumbêla birîndarbûn û jêderê egerê serekî yê vê rûdanê bo wê çendê zivrand ku pêgirî bi rênmayên hatin û çûnê nekirîye.
|
|
li bajêrkê Rovya bi kûjmê / 72 / milyon dînara sûlînên avê dihêne çêkirin
04-08-08
Berdere] – Senger Ebdulselam: hewlên hikûmeta herêmê bo encamdana pirojên xizmet gozarî li hemî bajêr û bajêrkên Kurdistanê diberdewamin li bajêrkê Rovîya jî ser bi qeza Berdereş li ser bûdca pere pêdana herêmê li dîf pilaneka serdemiyane nexşê diruskirna sûlînên avê li wî bajêrkî bi dirêjahîya / 688 / mitra bi kûjmê / 72 / milyon dînarên Îraqî destpêkir .
|
|
Sûpayê Turkya Agir berda ser Zêrî li
devera Kanî Masê
03-08-08
Kanî Masê – Ehmed Edinî : li
ser Zêrî li devera Kanî Masê Agir
berbû
daristanê ku xelkê deverê
dibêjin egerê vî Agirî sûpayê turkya
gule baran kirbû ku ji ber vî Agirî
bi hezaran darên suriştî û çend
rezên hawelatîya li wê deverê hatîne
sotin ku eve cara duwêye çenddurmên
turkya Agirî berdidne wê deverê .
|
|
Li Duhokê bi tenê li heyva şeş pitir ji çar hezar regeznamên Îraqî bo hawelatîya hatîne çêkirin
03-08-08
Duhok – Îmad Yûnis : berpirsê pişka ragehandinê li rêveberîyanejadnamê li paarêzgeha Duhokê / mîlazim Emîr SEYID Hamid bo radyoya Duhok ragehand ku li vê dûmahîyê qerebalixeka êkcar zor li rêveberîya wan çêbûye ji berku pitirya wan kesên nûke qesta rêveberîya wan diken ew kesên ne xwendevanin ewên pêşkêşî destûrya hajotina tirumbêla diken û xala duwê ew qûtabîne yên dê pêşkêşî kolîjakin û diyar kir ku bi tenê li heva şeş pitir ji çar hezar regeznamên Îraqî bo hawelatîya çêkirîne .
|
|
Gencekî 21 salî di xabîrda xendiqî
03-08-08
Mangêşkê – Bijar Berojkî: welatî /Çiyavan Mihemed Tahir di jîyê 21 salîda di xabîrda xendiqî piştî evî gence di gel xêzana xwe seredana gundê Berojkê li devera Mangêşkê kirî li wê deverê çûne ser xabîrî û demê xwe êxistîye avê bin avbû lê ew kesên di gelda heta ji avê derxistin giyanê xwe ji destdbû .
|
|
Bajêrvanîya Duhokê dest bi heweka paqij kirnê li nahya Feydîyê kirîye
03-08-08
Duhok- Şêrwan Ebdiwahid : serokê bajêrvanîya Duhokê / Şêrwan Ebdiwahid / bo radyoya Duhok ragehand ku li ser daxwaza rêveberê nahya Feydîyê û serokê bajêrvanîya Feydîyê bajêrvanîya Duhokê dest bi heweka paqij kirnê li nahya Feydîyê kirîye û got nêzîkî 80 karmenda di vê hewê di pişkdarin û heta karê paqijkirnê bi dîmahîk dihêt dê li ser vê hewê li Feydîyê diberdewamin .
|
|
Li Sêmêlê pênc xolên bi hêzkirnê bo qûtabîya hatine vekirin
03-08-08
Sêmêlê –Sebah Xelef : ji bizava û çalakîyên liqa Sêmêlê ya êkîtîya qûtabîyên Kurdistanê ji bo bihêz kirna qûtabîya û bilind kirna astê zanistî li def qûtabîya 5 xolên bi hêzkirnê bo qûtabîya li senterê qeza Sêmêlê vekirin di daxuyanîyekê da bo radyoya Duhok bepirsê liqa Sêmêlê / Hejar Yûnis / ragehand ku ev xole dê bo mawê 15 e rojan vekêşêt û çendîn mamostayên xwedan şiyan dê van xolan bi rêvebiben .
|
|
Birayên Êzîdî cejna çilê havînê li
Kurdistanê digêrin
02-08-08
Şêxan- Emîn Xelat : evro
birayên Êzîdî cejna çilê havînê li
pirsgeha Laleş
digêrin û her sal ev
cejne dihête saxkirin bi helkefta
parastina jiyana mirovî ji rîdanên
siruştî û ji germa havînê û sermaya
çilê jivistanê û ev cejne li roja 24
ê xizîranê dest pêdiket ta ku evro.
Zanayekê ayînê Êzîdîyan bo radyoya
Duhok ragehand ku evro cejna çilê
havînê dihête saxkirin û Êzîdîyan dû
cejnên taybet yêt heyîn cejna çilê
havînê û jivistanê û her sal civata
Laleş û derwêş û belingazên Êzîdîyan
vê cejnê li pirsgeha Laleş saxdiken
û cejna çilê havînê bi rêka radyoya
Duhok li hemî Êzîdîyan pîroz kir.
|
|
Cemawerê bajêrê Duhokê di ya
daştnamekîda daxwaz ji
serkirdayetîya Kurdistanê kir
pêdaçûnekî li siyaseta xo ya
hevpeymanîyê biket
31-07-08
Evro cemawerê xopêşander li bajêrê
Duhokê ya daştnamek araste kir /
têda diyarkir ku yasaya helbijartina
civatên parêzgeha berdvajî peyrewê
navxoyê perlemanî bû her wesa têda
hatîye ku ev yasaye pilaneka dijmin
karîye bo ji nav birna madê 140 ji
destûrê Îraqê û daxwazji
serkirdayetîya Kurdistanê kir ku
pêdaçûnekî li ser siyaseta xwe ya
hevpeymanê da bikin.
|
|
Li Soran jî xopêşindanek hate sazkirin
31-07-08
Evro hevdem di gel bajêrê Duhokê li qeza Soran jî xopêşindanek bi dijî yasaya civatên parêzgeha hate sazkirin berpirsê dezgehê zarê kurmancî li Soran berêz Ferhan cewher bo radyoya Duhok da xuyakirin ku xopêşindanan diyardeka geleka şaristanî û dîmuqratîye û nîşanda wê şendê dedet ku astê gelê kurd daxwaza mafên xo bi rêkên aştî û dîmuqratî û şaristanî deket.
|
|
Parêzgerê Duhokê li gel hejmareka rêvebern nahyên ser bi parêzgehê ve kombû
31-07-08
Evro berêz Temer Remezan parêgerê Duhokê pêşwazî li hejmareka rêveberên nahyên parêzgeha Duhokê kir û di hevdîtinekê da behsê pêdivî û kêm û kasîyên deverê kirin û di layekî dî yê hevdîtinêda behsê bernamên pirojên bûdca temamker ya geşepêdanaherêmê bo her deverekî hatekirin her wesa rijdî li ser pêşniyar kirna pirojên girêdayî jiyana rojane ya welatîyan hate kirin.
|
|
Mihemed Mihsin : madê 24 da careka dî Kerkûkê taerîb ket
31-07-08
Berpirsê liqê 18 yê PDK li devera Amêdîyê berêz Mihemed Mihsin bo radyoya Duhok ragehand ku di gel xopêşandana bajêrê Kerkûkê xelkê devera Amêdîyê divya xopêşindaneka mezin encam biden lê got ji me hat xastin ku di gel senterê bajêrê Duhokê hemî pêkve hevpişk bin di xopêşindanekîda û got madê 24 careka dî da Kerkûkê taerîbket.
|
|
Ebdulxaliq Babîrî : madê / 24 / careka dî mafên gelê kurd ênkar diket
31-07-08
Berpirsê liqê neh yê PDK berêz Ebdulxaliq Babîrî bo radyoya Duhok ragehand ku ev xopêşandane gelek digringin beramber yasaya civatên parêzgeha bendê / 24 / ku careka dî mafên netewa kurd ênkar diket û divya perlemanê Îraqê yasayek derêxista û daxwaza lêborînê ji netewa kurd kirba ku çend sale netewa kurd dagirkiîn û berdewam zulm li netewa kurd kirîye .
|
|
Li Silêmanyê xopêşindan bi dijî
yasaya civatên parêzgeha hate kirin
30-07-08
Silêmanyê – Şemal: evro li
bajêrî Silêmanyê bi hezara xelkê wî
bajêrî bi
sercem tex û çînên cûda
cûda xopêşandanek bi dijî yasaya
civatên parêzgeha sazkir ku têda bi
dehan durişmên netewî bilindkirin bi
dijî pesend kirna wî piroje yasayî
ji wana ne bo madê / 24 / û belê bo
madê / 140 / û têda ya daştek
bilindkirin têda daxwaz kir ku êdî
yasa nehête pê şêlkirin
|
|
Perwerda Duhokê mûçe li dîf sîstemê nû belavkirin
30-07-08
Duhok – Ferset Hacî: rêveberêperwerda qeza Duhokê Weysî Silêman bo radyoya Duhok ragehand ku rêveberya wan evro mûçe li dîf sîstemê nû belavkirin û diyar kir ku / 8627 / fermanber ser bi rêveberîya wanin û got geleka bi zehmetbû vê hejmara zor di mawekê kêmda serûberê wan li dîf sîstemê nû bête rêkxistin çûnke sîstemê nû yê belavkirna mûçasîstemekê mûeqede û kûjmê şeş milyar û heştsed milyon û nehsed hezar dînar mûçeyên fermanberên xo belavkirîne .
|
|
Li bajêrkê Bilê korkê hozan xwandinê hate sazkirin
30-07-08
Barzan – Enwer Hostanî : bi helkefta bûrîna 25 sala bi ser cînosayd kirina xelkê devera Barzan ji layê rijêma Baesa jinavçûyî ve li sala 1983 li komelgeha Qoştepe û Behrikê û Diyana. Tîpa hunerî ya lawên Barzan rabû bi sazkirna korekê hozan xwendinê bo hozanvan / Birhan Zîbarî li baxçê dezgayê herman li bajêrkê Bilê
|
|
Xopêşandana xelkê Şingalê ji ber parastina giyanê welatya hate paşêxistin
30-07-08
Şngal – Mirad Hestanî : berpirsê nivîsîngeha rewşenbîrî û ragehandina liqê 17 e yê PDK li devera Şingalê / Mihemed Selîm Şukrî / bo radyoya Duhokê ragehand ku xelkê devera Şingalê jî ditengavin ku xopêşandana bi dijî yasaya civatên parêzgeha bikin lê ji ber parastina giyanê hawelatîya nûêe xopêşandan hatîye gîrokirin çûnkî devereka nêzîkî çalakîyên tîroristane .
|
|
Li Dhokê ev şev li demjimêr êk heta subehî demjimêr / 12 / yî nîvro hatin û çûna tirumbêla li nav bazarî hête qedexe kirin
30-07-08
Duhok – Îmad Yûnis : eqîdê mafperwer / Ferhad Casim / boradyoya Duhokê li dor xopêşandana ku li bere subehî li bajêrê Duhokê bête sazkirin got bi serperiştîya parêzgerê Duhokê lijna bilinda emnî li Duhokê kombûnek girêdaye û têda çendîn biryar hatîne derêxistin ji wana ev şev li demjimêr êkê şev hatin û çûna tirumbêla li nav bazarê Duhokê hête qedexe kirin heta subehî roja pêncşembî demjimêr 12 nîvro û got rêkên dî yên derveyî bazarî dê divekirîbin.
|
|
Kerkûk xopêşandanek bi dijî yasaya
civatên parêzgeha
28-07-08
Kerkûk – Saman: evro xelkê
bajarê Kerkûk bi sercem tex û çînve
derkeftin
ser cada û xopêşandaneka
ne razîbûnê sazkir bi dijî wî piroje
yasaya li roja 22/ 7 /2008 li civata
nînerên Îraqê li dor hilbijartinên
civatên parêzgeha hatine pesend
kirin ku di vê yasayêda madê / 24 /
ku bi dijî hezên xelkê bajarê Kerkûk
bû ku çendîn xal di vî madeyî dabûn
bi rengekê şofînî hatibûne dariştin. |